Keştiya balafiran Charles de Gaulle ji Qenala Suweyşê derbas bû û gihîşt Derya Ûmmanê. Daxuyanî ji aliyê Alîkara Wezîrê Parastinê yê Fransayê Alice Rufo ve hate dayin.
Rufo ji BFMTV re axivî û diyar kri ku keştiya balafiran a Fransayê neketiye nava Tengava Hurmuzê lê belê li herêmê hatiye bicihkirin. Rufo got, "Ev rewş derfetê dide me ku em bûyerên li qadê binirxînin û di hevsengiya dîplomatîk de bibin xwedî giranî."
Emmanuel Macron di 6'ê Gulanê de ragihandibû ku keştiya balafiran Charles de Gaulle wê bişîne cihekî nêzî Tengava Hurmuzê. Rayedarên hikumetê ragihandibûn ku armanca vê hewldana hevpar a Fransa û Îngilistanê ew e ku krîza li tengavê bi rêyên dîplomatîk çareser bikin.
Keştiya balafiran a Fransayê ji Adarê û vir ve li Rojhilatê Derya Spî bû.
KRÎZA HURMUZÊ
Piştî destpêkirina êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên li ser Îranê, li Tengava Hurmuzê rageşî zêde bûbû ku ji sedî 20-25 ê bazirganiya petrolê ya cîhanê jê derbas dibe. Rêveberiya Tehranê 1'ê Adarê ragihandibû ku tengav bi rengekî fermî girtiye.
Li ser vê yekê Serokê DYE'yê Donald Trump 12'ê Nîsanê diyar kiribû ku wê bendergehên Îranê dorpêç bikin. Trump eşkere kiribû ku hêzên deryayî yên DYE'yê dest bi pêvajoya dorpêçkirina keştiyên li tengavê dike.